Serok Barzanî û nûnera sekreterê Neteweyên Yekbûyî rewşa Iraqê gotûbêj kirin

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwazî li Nûnera Taybetî ya Sekreterê Giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî kir û di wê civînê de di derbarê rewşa siyasî ya Iraqê û pêşhatên dawî de danustandina bîr û ramanan kirin û tekez jî li wê yekê kir ku pêwîst e ji bo çareserkirina giriftan destûr bingeha jihevdûtêgihiştinê be.
Roja dûşemê 01.08.2022 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Jeanine Plasschaert Nûnera Taybetî ya Sekreterê Giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî yê Karubarê Iraqê kir.
Di hevdîtinê de Nûnera Taybetî ya Sekreterê Giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî bi helkefta bîranîna 39 saliya jenosaydkirina Barzaniyan sersaxiyên xwe li Serok Barzanî kir û tekez li wê yekê kir ku ji bo bi jenosaydnasandina wê tawanê, hemû hewlên xwe li navendên navdewletî de dide.
Her di vê hevdîtinê de di derbarê rewşa siyasî ya Iraqê û pêşhatên dawî de danustandina bîr û ramanan kirin û tekez jî li wê yekê kir ku pêwîst e ji bo çareserkirina giriftan destûr bingeha jihevdûtêgihiştinê be.
Hilbijartinên Herêma Kurdistanê mijareke dinê vê hevdîtinê bû û Serok Barzanî tekezî li ser wê yekê kir ku divê berbestên li ber hilbijartinê nemînin û hilbijartin li zûtirîn demê de bê encamdan û divê mafê pêkhatên neteweyî û olî jî parastî be. Ji bo vê mebestê jî PDK amade ye, eger sibê jî hilbijartin bêne kirin.




