9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Brîtanya pêşhatên dawî yên li Sûriyê gotûbêj kirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê di civînekê de ligel Balyozê Brîtanya li Iraqê de ragihand, pêwîst e pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê ji karên pêşîne yên hikûmeta bê ya Iraqê be.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 27ê Tîrmehê 2022an pêşwazî li Balyozê Brîtanya li Iraqê Mark Bryson-Richardson kir.

Di civînê de, dawî pêşhatên rewşa siyasî ya Iraqê, destnîşankirina kandîdên ji bo postên serokwezîrê hikûmeta Iraqê yê bê, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê û pirsgirêkên helawîstî mane, bi taybet ên di warê petrol û gazê de hatin guftûgokirin, her wiha behsa êrîşên dawî yên li ser kêlgeha Kormorî ya gazê û navçeya geştiyariyê ya li Zaxoyê kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê tekezî li wê yekê kir ku giring e guftûgo di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî ji bo çareserkirina pirsgirêkan, bi taybet yên di warê petrol û gazê de berdewam bin, pêwîst e ev pêngav jî ji karê pêşîne yê hikûmat nû ya Iraqê be.

Hilbijartinên bê û giringiya yekrêziya aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê, rewşa Şingalê, pêwendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê ligel welatên cîran û dawî pêşhatên li Sûriyê, babetên din ên civînê bûn ku Konsulê Brîtanya li Hewlêrê David Hunt jî tê de beşdar bû.

 

Nûçeyên têkildar