9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Serok Barzanî û Balyozê Brîtanya rewşa siyasî û ewlehî ya Sûriyê gotûbêj kirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Balyozê Brîtanya li Iraqê kir û di wê hevdîtinê de herdu aliyan rewşa siyasî û emnî ya Sûriyê gotûbêj kirin.

Roja çarşem 27ê temmuza 2022 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Mark Bryson Richardson Balyozê Brîtanya li Iraqê û şandeke li gel da kir.
Di hevdîtinê de pêşhatên dawî yên qada siyasî ya Iraqê û mijara kursiyê serokomar û serokwezîrê nû yê Iraqê gotûbêj kirin.

Di derbarê proseya siyasî ya Iraqê û hikûmeta nû de tekezî li ser wê yekê kirin ku pêwîst e programên hikûmeta nû li ser bingeha destûr û li gor prensîpên şeraket û hevsengî û sazanê be.

Her di vê hevdîtinê de Balyozê Brîtanya li Iraqê ji bilî balkişandina li ser rûdana topbarankirina devera Zaxo tekezî ser li wê yekê kirin ku welatê wan piştgîriya aramiya Herêma Kurdistan û Iraqê dike.

Rewşa siyasî û emnî ya Sûriyê mijareke dinî vê hevdîtinê bû.

 

Nûçeyên têkildar