9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

PDK 13 saliya damezrandina Tevgera Gorranê pîroz kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Polîtbûruya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bi boneya 13 saliya damezrandina Tevgera Gorranê peyameke pîrozbayî belav kir û hêviya serkeftinê ji bo wê û berdewamiya xizmeta doza rewa ya gelê me dixwazin.

Di peyama pîrozbahiyê de Polîtburoya PDKê ragihand: “Di dema pîrozbahiya vê salrojê de, em rola we ya giring di ezmûna rêvebirina herêmê û proseya siyasî de bilind dinirxînin û tekezî li ser hevpeymanî û hemahengiya di navbera me û hemû hêz û aliyên siyasî yên Kurdistanê de ji bo parastina destkeftên me, parastin û bihêzkirina aliyên siyasî dikin û pêkhateya yasayî ya Herêma Kurdistanê û pêkanîna hemû mafên me.”

Herwiha Polîtbûruya PDKê hêviyê dixwaze ku her kes ji bo çareserkirina pirsgirêkan û xurtkirina prensîbên jiyana hevbeş a siyasî û demokratîk û dabînkirina pêşerojeke geş û dabînkirina debara jiyana maqûltir ji bo hemwelatî û gelê me yê berxwedêr, bi dilsozî û berpirsyarî hewl bide.

 

Nûçeyên têkildar