9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Amerîka êrîşa li sînorê Zaxo şermezar kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info– Wezareta Derve ya Amerîkayê topbarankirina seyrangeheke sînorê Zaxo şermezar kir û got: “Em piştgîriya ewlehî û aramiya Iraq û Herêma Kurdistanê dikin.”

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price got: "Amerîka êrîşa li parêzgeha Duhokê ya ku di encamê de sivîl hatin kuştin û birîndarkirin, şermezar dike."

Ned Price wiha got: “Kuştina sivîlan nayê qebûlkirin. Divê hemû dewlet li gorî yasayên navdewletî tev bigerin, parastina sivîlan jî di nav de.”

Price wiha domand: “Em ji malbatên kuştiyan re sersaxiyê dixwazin û em hevxemê birîndaran e.”

Ned Price tekezî kir ku Amerîka piştgîriya serwerî, ewlehî, aramî û bextewariya Iraq û Herêma Kurdistanê dike.

Hejmarek geştyaran ku piraniya wan xelkê naverast û başûrê Iraqê ne, roja Çarşemê di encama topbarandina li ser seyrangehek li navçeya Derkarî ya navçeya Zaxo bûn qurbanî.

Nûçeyên têkildar