Mesrûr Barzanî û Kazimî êrişa terorîstî ya Hewlêrê gotûbêj kirin

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî êrişa terorîstî ya Hewlêrê gotûbêj kirin.
Şeva borî demjimêr 21:35ê terorîstan bi droneke bombekirî êrişî Hewlêra paytexta Kurdistanê kirin.
Piştî wê êrîşa terorîstî, Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî di pêwendiyeke telefonî de ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî axivî û ragihand, ev êriş nîşan dide ku çawa hinek girup hene rijd in li ser xerakirinê û li ser dijayetiya dewletê.
Li gor daxuyaniya Ofîsa Serokwezîrê Iraqê, di pêwendiya telefonî de Mistefa Kazimî ragihandiye, hikûmeta Iraqê hemû cûre bizadandina welatiyan û destdirêjiya ser yasa û dewletê red dike û hikûmeta Iraqê tekezî li ser hevahengiya ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike ji bo derxistina aliyên ku dixwazin seqamgîriyê têk bibin.
Li ser vê mijarê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî tekezî li ser girîngiya karê hevbeş ê Hewlêr û Bexdayê ji bo seqamgîrî û bihêzkirina asayîşê kiriye.
Herdu aliyan di pêwendiya telefonî de diyar kirin ku armanca vê êrîşa ser Hewlêrê ziyangihandina vê hevahengiya navbera Hewlêr û Bexdayê û alozkirina rewşê ye.




