Serok Barzanî: Derfet hebû Iraq bikeve ser rêya rast lê mixabin sûd ji wê derfetê nehat dîtin

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Balyozê Romanya li Iraqê kir û di wê hevdîtinê de Serok Barzanî got, piştî sala 2003 ew derfet hebû ku Iraq bikeve ser rêyeke dirust lê mixabin sûd ji wê derfetê nehat wergirtin.
Îro Dûşema 06.06.2022 li Selaheddîn Serok Barzanî pêşwaziya Radu Dobre Balyozê nû yê Romanya li Iraqê kir.
Di hevdîtinê de di derbarê rewşa siyasiya Iraqê û astengî û kêşeyên li ber pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê de danustandina bîr û ramanan kirin û di derbarê rewşa Iraqê de, Serok Barzanî tekezî li ser wê yekê kir ku welatiyên Iraqê hêjayî ne ku xwedî dewleteke damezraweyî û xizmetguzar û aram bin, û piştî 2003 ew derfet hebû Iraq bikeve ser rêyeke dirust lê mixabin sûd ji wê derfetê nehat wergirtin.
Her di vê hevdîtinê de peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û welatê Romanya hatin nirxandin, Balyozê Romanya amadehiya welatê xwe ya ji bo pêşxistina peywendiyan û karên hevbeş û hemahengiya li gel Herêma Kurdistanê li warên cûda cûda de derbirî.
Di beşeke dinê vê hevdîtinê de Serok Barzanî pîrozbahiyê li Balyozê nû yê Romanya kir û hêviya serkeftinê li erk û karê wî yê nû de xwest.




