Serokê Herêma Kurdistanê û Balyozê Romanyayê pêşxistina pêwendiyan gotûbêj kirin

Hewlêr-KDP.info- Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, îro Duşema 06.06.2022ê, li bajarê Hewlêrê pêşwaziya Radu Dobre Balyozê nû yê Romanyayê li Iraqê kir.
Serok Nêçîrvan Barzanî, di hevdîtinê de, pîrozbahiyê li Balyozê nû yê Romanyayê kir ku li Iraqê dest bi karê xwe kir, hêviya serkeftinê jê ra xwest û got ku ew amade ye hemû piştevanî û alîkariyê pê ra bike da ku di kar û xebatê xwe da serkeftî be.
Serok Nêçîrvan Barzanî, herwesa, li ser navê Herêma Kurdistanê spasiya Romanyayê kir ku weke endamek di Hevpeymaniya Navdewletî da di dema şerê dijî DAIŞê de piştevanî û hevkariya Herêma Kurdistan û Iraqê dikir.
Balyozê nû yê Romanyayê li Iraqê, ji aliyê xwe ve, kêfxweşiya xwe diyar kir ku ew li Iraqê dest bi karê xwe yê nû dike û got ku welatê wî dixwaze hevkarî û têkiliyên xwe bi Iraq û Herêma Kurdistanê ra, bi taybetî di warê aborî, bazirganî, enerjî, çandinî, xwendina zanîngehê, kultûrî û di warê bankayê da berfireh bike û ber bi pêş ve bibe.
Herdu aliyan veberhênan û derfetên karî ji bo kompanyayên Romanyayî li Iraq û Herêma Kurdistanê gotubêj kirin û birêz Balyozê Romanyayê behsa xwesteka welatê xwe ya ji bo aktîfkirina Komîteya Bilinda Hevbeş ya Aborî û Bazirganî ya di navbera Romanya û Iraqê de kir.
Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, di vî warî de, bi pêdivî zanî ku Herêma Kurdistanê jî di wê komîteyê da bibe endam û di kar û xebatê wê da beşdar bibe da ku li gor wan derfet û warên hene da mifadar be.
Rewşa siyasî ya Iraqê, têkiliyên Hewlêr û Bexdayê, pirsa koçber û penaberan li Romanya û Herêma Kurdistanê, rewşa herêmî bi giştî û pêşhateyên şerê Ukrayna û Rûsyayê çend mijarên din yên hevdîtinê bûn ku, tê de Berpirsê Nivîsîngeha Hewlêrê ya Balyozxaneya Romanyayê jî amade bû.




