9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Encumena dadweriya Kurdistanê: Dadgeha federal ya Iraqê nikare qanûna neft û gaza Kurdistanê betal bike

Çavkanî: KDP.info

Encumena dadweriya Kurdistanê ragehand, qanûna neft û gaza Kurdistanê ne li dijî Destûra Iraqê ye û dadgeha federal ya Iraqê jî nikare wê qanûnê betal bike ji ber ku dadgeh bi xwe ne Destûrî ye.

Encumena dadweriya Kurdistanê li ser biryara dadgeha federal ya Iraqê bo betalkirina qanûna neft û gaza Kurdistanê, ku 15 Sibata îsal hatibû dayîn, daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de tê gotin, qanûna neft û gaza Kurdistanê ku sala 2007 ji aliyê parlementoya Kurdistanê ve hatiye pesendkirin, ne li dijî Destûra Iraqê ye û qanûnî û Destûrî ye. Ji ber wê jî ew qanûn aktîf dimîne.

Encumena dadweriya Kurdistanê her wiha dibêje, ji aliyekî din dadgeha federal ya Iraqê nikare qanûna neft û gaza Kurdistanê betal bike ji ber ku ew sazî ne li gorî Destûrê hatiye damezirandin, loma divê destpêkê dadgehek Destûrî ya federal were avakirin, paşê li ser mijarê gotûbêj were kirin.

 

Nûçeyên têkildar