Serokwezîr Mesrûr Barzanî salvegera damezirandina YNKê pîroz kir

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi peyamekê çil û heftemîn salvegera damezirandina YNKê li serkirdatî û endamên wê partiyê pîroz kir.
Peyama wî wiha ye:
“Bi helkefta çil û heftemîn salvegera damezirandina YNKê pîrozbahî li ser serkirdatî, endam û alîgirên YNKê dikim û hêviya serkeftinê bo wan dixwazim di rêya xizmetkirina gelê Kurdistanê de.
Ez hêvîdar im YNK wek şirîkeka serekî ya hikûmeta Kurdistanê bi hêz û aliyên din yên Kurdistanê re, piştevanên bihêz yên hikûmetê bin bo bicîhanîna karnameya hikûmetê da ku bikaribe xizmeteka hêja ya xelkê Kurdistanê bike.
Di vê helkeftê de em têkestî li ser girîngiya hemahengî û xebata aliyên Kurdistanî dikin bo parastina destkeftên niştimanî û mafên Desteûrî yên gelê Kurdistanê.
Mesrûr Barzanî
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê”




