PDK salvegera damezirandina YNK pîroz kir

Hewlêr-KDP.info- Polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bi boneya 47emîn salvegera damezrandina Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) peyameke pîrozbahiyê arasteyî Serokê YNKê Bafil Talebanî û endamên polîtburo û Encûmena Serkirdetî û Encûmena Bilind a Siyasî û Berjewendî ya YNKê kir.
Peyama pîrozbahiyê ya PDKê wiha ye:
“Birêz Bafil Talebanî, Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê..
Birêz endamên polîtburo û Encûmena Serkirdetî û Encûmena Bilind a Siyasî û Berjewendî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê..
Bi boneya 47emîn salvegera damezrandina Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, em pîrozbahiyên herî germ li we û endam û alîgirên partiya we ya têkoşer dikin, em hêvîdar in di xebat û bername û çalakiyên xwe yên siberojê de hûn ji bo xizmeta gelê me berdewam û serkeftî bin.
Di vê derfetê de tevî bilindnirxandina vê salvegerê û têkoşîna Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê di tevgera rizgarîxwaz a gelê me de, em cardin tekezî li ser hevahengî û tebayî û dostaniya navbera xwe, tevî hêz û aliyên siyasî yên Kurdistanê ji bo zêdetir hevdengî û yekrêzî û dakokîkirina li ezmûn û destkefên me û bihêzkirina giyanê yekgotarî û yekhelwestiya siyasî ji bo çareserkirina pirsgirêk û kêşeyan û piştevaniya hikûmet û parastina statuya Herêma Kurdistanê dikin.
Em dubare we pîroz dikin.. Her serkeftî bin..
Polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistanê
1ê Hezîrana 2022yan”




