9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Brîtanya ji ber rewşa Şingalê dilgiran in

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, îro Çarşema 25.05.2022 ê li bajarê Hewlêrê, pêşwaziya Mark Bryson Balyozê Brîtanyayê yê Iraqê û şandeya siyasî û leşkerî ya pê ra kir.

Ber bi pêşvebirina têkiliyên Brîtanyayê ligel Iraq û Herêma Kurdistanê, pêşhatên dawî yê prosesa siyasî li Iraqê, rewşa navxweya Herêma Kurdistanê, şerê li dijî Daîş û bi taybetî li deverên maddeya 140 ê, gûhertinên av û hewa û bandora wan gûhertinan li ser Iraq û Herêma Kurdistan û deverê bi giştî di civînê de gotûbêj kirin.

Herdu aliyan tekezî li ser girîngiya hebûna dîtin û li hev têgihiştina hevbeş a aliyên Iraqî ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan kir û hevhizir bûn ku eger biryar û îradeya sîyasî hebe derfet heye hemû alî bigehin çareseriyekê û prosesa siyasî ji vê rewşa têda xetimî derbas bikin.

Herdu aliyan dilgiranî û nerehetiya xwe li hember rewşa Şingalê û bûyerên li wê deverê qewimîn ku bûne sebeba ku careke din xelkê wê deverê koçber bibin, nîşan dan. Serok Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Brîtanyayê tekezî kirin li ser girîngiya bi hevra karkirina hikûmeta Federal ya Iraq û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bona vegerandina aramiyê bo navçeyê.

Serdana Serok Nêçîrvan Barzanî bo Silêmaniyê û civînên ligel aliyên siyasî, têkiliyên Hewlêr û Bexdayê, têkiliyên Iraqê ligel cîranan çend mijarên din yên civînê bûn.

 

Nûçeyên têkildar