9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Mesrûr Barzanî û Wezîrê Derve yê Urdinê girîngiya firehkirina pêwendiyan gotûbêj kirin

Çavkanî: KDP.info

Davos-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û wezîrê derve yê Urdinê civiyan û di wê hevdîtinê de li ser girîngiya firehkirina derfetên pêwendî û hevahengiya hevbeş di navbera herdu aliyan de hat kirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro di çarçoveya civîn û hevdîtinên xwe li Korbenda Aboriya Cîhanê li Davosê, ligel Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Urdinê Eymen El-Sefedî civiya.

Di civînê de, guftûgo derbarê rewşa siyasî ya Iraqê û pêwendiyên dostane yên di navbera Herêma Kurdistanê û Urdinê de û tekezî li ser girîngiya firehkirina derfetên pêwendî û hevahengiya hevbeş di navbera herdu aliyan de bi taybetî di warên çandinî û tendirustiyê de hat kirin.

Nûçeyên têkildar