9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Serokê Herêma Kurdistanê û Balyozê Rûsyayê pêşhatên navçeyê gotûbêj kirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, îro Çarşema 11.05.2022 ê li bajarê Hewlêrê, pêşwaziya Elbrus Kutrashev Balyozê Rûsyayê yê li Iraqê û şandeya pê ra kir.

Di civînekê da, Serokê Herêma Kurdistanê û Balyozê Rûsyayê,  pêşhatên dawî yên  siyasî li Iraqê, derengmayîna prosesa hilbijartina Serok Komar û pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê, têkiliyên Rûsyayê digel Iraq û Herêma Kurdistanê û têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê gotûbêj kirin.

Serok Nêçîrvan Barzanî, di axaftina xwe da, tekez li ser pêdivîtiya destpêkirina diyaloga di navbera hêz û aliyên Iraqî da û hevkariya hevbeş ya ji bona li hevtêgehiştin û rêkeftinê li ser derbaskirina asteng û dijwariyên li pêşiya prosesa siyasiya li welat kir.

Şer û pevçûnên li Ukrayna û bandor û berketiyên wî şerî li ser deverê mijareka din ya civînê bû û di vê çarçoveyê da her du aliyan hêvî xwestin ku bi zûtirîn dem ew şer bi dawî bibê.

Pêşhatên dawî yên navçeyê bi giştî û çend pirsên din ku cîhê girîngiya hevbeşin, mijarên din yên civîna navbera Serokê Herêma Kurdistanê û Balyozê Rûsyayê bûn, ku Konsulê Giştiyê Rûsyayê yê Hewlêrê jî têda amade bû.

 

Nûçeyên têkildar