9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Mesrûr Barzanî û Wezîra Derve ya Brîtanyayê guherînên li navçeyê gotûbêj kirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di çarçoveya serdana xwe de bo Brîtanyayê, ligel Wezîra Derve ya Brîtanyayê Liz Truss civiya.

Di civînê de rewşa giştî û proseya siyasî ya Iraqê û hewlên pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê û guherînên herî dawî yên navçeyê û pêşvebirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Brîtanyayê hatin gotûbêjkirin.

Herwiha pêwendiyên Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal û girîngiya çareserkirina kêşeyan li ser bingeha destûrê, mijarên din ên civînê bûn.

Nûçeyên têkildar