9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Mesrûr Barzanî jihevtêgihîştinek ligel Îmartê îmze dike

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li perawîza Korbenda Cîhanî ya Enerjiyê li Dubayê, jihevtêgihîştinek bi Wezîrê Karûbarên Encûmena Nûneran a Îmaratê Mihemed Qerqawî re îmze kir.

Jihevtêgihîştina di navbera Herêma Kurdistanê û Îmarat de, ji bo sûdwergirtin ji teknologî, şiyan û ezmûna Îmaratê ye.

Di naveroka jihevtêgiheştinê de amaje hatiye kirin bi pêwendî û hevahengiya bihêz a di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Îmaratê de, ku di vê çarçoveyê de dewleta Îmarat alîkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike, di pêşxistina karûbarên hikûmetê de û di pêşxistina hêzên kesî û dezgehên hikûmetê û di sûdwergirtinê de ji ezmûna serkeftî ya Îmarat di warê hikûmeta elekitronî û xizmeta xelkê bi riya teknelojyayê.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di roja duyem a Korbenda Cîhanî ya Enerjiyê de çend çalakiyan encam dide û beşdarî paneleke bi navê “Pêşeroja Enerjiyê û Qonaxên Piştî Neftê” dibe.

 

Nûçeyên têkildar