Mesrûr Barzanî û Mîrê Şarîqe pêşvebirina pêwendiyan gotûbêj kirin

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi serdaneke fermî li Îmaratê (Mîrgehên Yekbûyî ya Erebî) ye û îro ligel Mîrê Şarîqe Şêx Sultan Bin Mihemed Bin Seqir El Qasimî civiya.
Di civîna di navbera Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Mîrê Şarîqe de, pêşvebirina pêwendiyan bi taybet di warê veberhênanê de hat guftûgokirin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo beşdarî Korbenda Cîhanî ya Enerjiyê bibe ku dê rojên 28-29ê Adarê dê li bajarê Dubey birêve biçe.




