Mesrûr Barzanî û Şêx Mihemed Bin Raşîd guhertinên navçeyê gotûbêj kirin

Hewlêr-KDP.info- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li bajarê Dubeyî ya Îmarat a Erebî li gel Cîgirê Serokê Dewleta Îmarat û Serokwezîr û Mîrê Dubeyî Şêx Mihemed Bin Raşîd civiya û guhertinên navçeyê gotûbêj kirin.
Îro Yekşema 27.03.2022yê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li bajarê Dubeyî ya Îmaratê li gel cîgirê serokê dewleta Îmaratê û serokwezîr û Mîrê Dubeyî Şêx Mihemed Bin Raşid El Mektûm civiya.
Di civînê de ku welîahdê Dubeyî Şêx Hemdan Bin Mihemed Bin Raşid û cîgirê mîrê Dubeyî û cîgirê serokwezîr û wezarayî Şêx Mektûm Bin Mihemed Bin Raşid û hejmareke din a berpirsên payebilind ên Îmaratê jî amadebûn, gotûbêj derbarê guhertinên dawî yên Iraq û navçeyê û pêşxistina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Îmaratê hate kirin û behsa giringiya tekezkirina dostayetî û hemahangiya navbera Îmarat û Herêma Kurdistanê ya di hemû waran de hate kirin.




