9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Serok Barzanî: Îradeya gelê Kurdistanê ji çekên kîmyayî û mûşekan bihêztir e

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî bi boneya 34emîn salvegera kîmyabarankirina Helebcê ragihand, “îradeya gelê Kurdistanê ji çekên kîmyayî û firoke û mûşekan bihêztir e.”

Serok Mesûd Barzanî îro Çarşema 16.03.2022 ji bo bibîranîna 34 saliya kîmyabarankirina Helebcê li hejmara xwe ya Twitterê peyamek belav kir.

Serok Barzanî dibêje, “Dijmin Helebce kîmyabaran kir lêbelê azadîxwaziya gelê Kurdistanê her zîndî ma.”

Di dewama peyama xwe de Serok Barzanî tekez dike, “Di bîranîna 34 saliya şehîdkirina Helebcê de dûpat dikin ku îradeya gelê Kurdistanê ji çekên kîmyayî û firoke û mûşekan bihêztir e.”

 

Nûçeyên têkildar