9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Nêçîrvan Barzanî: Bi tenê tawana Helebce ew bû ku daxwaza jiyan, azadî û dadweriyê dikir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî bi boneya 34mîn lavegera kîmyabarankirina Helebce peyamek belav kir û tê de ragihand: “Baştirîn yad, wefadarî û rêz ji bo canê şehîdên Helebce û temama Kurdistanê, ewe ku hemû hêz, alî û pêkhateyên Kurdistanê yekrêz û hevgirtî bin û bi hevra kar bikin daku hemû mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê bidest bixin.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro bi boneya 34emîn salvegera kîmyayabarana Helebcê peyamek belav kir.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de dibêje: “Îro, 16 ê Adarê, em gelek bi rûmet bîranîna zêdetir ji 5 hezar şehîdên Helebce dikîn û bejna xwe li hember canê wan yê paqij diçemînîn. Ew berî 34 salan, di yek ji tirsnaktirîn tawanên dîrokê de, bûne qurbanê destê rejîma hîngê ya Iraqê ku bi çekê kîmyayî yê qedexekirî, bi hovane komkujî kirin, bi hezaran jî birîndar û derbeder bûn ku her yek ji wan çîrok û serhatiyeka xemgîn heye.”

Nêçîrvan Barzanî komkujiya Helebceyê weke sembola miletekê zilimlêkirî bi nav dike û dibêje: “Karesata kîmyabarana Helebce, bo heta hetayê sembola miletekê zilimlêkirî û qurbaniye ku, bi tenê tawana wan ew bû li ser axa xwe ya resen û li jêr asmanê xwe de, daxwaza jiyan, azadî û dadweriyê dikirin. Miletek ku roleka mezin di dîrok û şaristaniya deverê de lîstiye û hertim destê dostaniyê, mirovperweriyê, aştiyê, pêkevejiyan û lêborînê ji hemûyan re dirêj kiriye.”

Di beşeke din a peyama xwe Barzanî dibêje: “Kîmyabarana Helebce, hewleke din a beravêtî û bêencam ya tawanbarên dîrokê bû ku dixwestin îradeya polayîn ya gelê Kurdistanê ya ji bo azadî û serfiraziyê pê têkbişkînin, lê belê wek hertim bi xweragirî maye û îradeya ji bo jiyanê, rabûnê ve û berdewamiya gelê Kurdistanê, xeyalên wan şikandin û ji bo jiyan, azadî û serfiraziyê kete ve ser rê.”

Barzanî diyar kir ku di vê bîranînê de dûbare tekez li girîngîdana zêdetirê Helepc û xelkê wê dikîn û got: “Divê di hemû waran da zêdetir xizmeta Helebce bê kirin û di vê bîranînê da, em daxwaz dikîn ku dewleta Iraqê wek erk û pêgiriyên xwe yên yasayî, malbat û kesukarên şehîdan, ew qurbaniyên hêşta di jiyanê da mane û jîngeya Helebceyê qerebû bike û êdî nehête piştguh xistin, hemû pêngavên biparêzgarbûna Helebce temam bike, da ku bi wî awayî, kêm jî be, ji xemên wan kêm bikîn.”

Serokê Herêma Kurdistanê daxwazê ji civaka navdewletî jî dike, ku karên ciddî bikin bo ku qedexekirina berhemhênan û bikaranîna hemû cûre çekekî komkujî û û got: “Her wisa, em daxwazê ji civaka navdewletî û cîhana pêşketî dikîn ku, di nav xebatên berdewam de bin ji bo hindê rê nehête dan ku karesata Helebce li çi ciyên din li ser erdî dubare bibe û çekê komkuj û berhemanîna wî bi yekcarî û bi temamî bihête qedexekirin û bi hemû awayan rê li bikaranîna wî çekî bihête girtin.”

Barzanî bal kişand li ser girîngiya yekrêziya di nav aliyên Kurdî de û got: “Em careka din dupat dikin: Baştirîn yad, wefadarî û rêz ji bo canê şehîdên Helebce û temama Kurdistanê, ew e ku hemû hêz, alî û pêkhateyên Kurdistanê yekrêz û hevgirtî bin û bi hevra kar bikin daku hemû mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê bidest bixin û federalî û qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê biparêzin, hemû alî jî dersan ji serborên dîrokê bibînin û ji bo niha û paşerojeka baştir bikîn rênîşander.

Silav û rehmet bo canê şehîdan.”

Nûçeyên têkildar