9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Serokê Herêma Kurdistanê û şandeya Yekîtiya Ewropayê civiyan

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, berî nîvroya sêşemê 15.03.2022 ê li bajarê Hewlêrê, pêşwaziya birêz Ville Varjola Balyozê Yekîtiya Ewropa û xatûn Anne Meskanen Seroka Şandiya Şêwirmendî ya Yekîtiya Ewropayê li Iraqê kir.

Di civînekê da, pêşhatên dawî yên rewşa siyasî li Iraqê û gefên li pêşiya wê, êrîşa mûşekan ya ser Hewlêrê, xebatên pêkanîna hikumeta nû ya Iraqê, berhevî, rol û çalakiyên Yekîtiya Ewropayê yên di warên cuda da li Iraq û Herêma Kurdistanê, xebatên hevbeş, pirsa koç û koçberan û mafên mirov û azadiyan, rewşa şerê Ukrayna û Rûsyayê bandor û verêja wî şerî li ser deverê gotubêj kirin.

Balyozê Yekîtiya Ewrûpa li Iraqê, behsa kar û çalakiyên Yekîtiya Ewropayê û saziyên wê yên li Iraq û Herêma Kurdistanê û planên paşerojê kir. Wî di axaftina xwe da tekez li ser xwesteka Yekîtiya Ewropayê ya ji bo pêşxistina têkiliyên xwe digel Iraq û Herîma Kurdistanê û alîkarîkirina wan ya ji bo bihêzkirina saziyan, rêvebirin, avadankirin, sektora berhemanînê û sîstema bankî da kir.

Seroka Şandiya Şêwirmendî ya Yekîtiya Ewropayê jî hemû berhevî û piştevaniya xwe ya ji bo pêşkêşkirina alîkarî û piştevaniyê ya ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê nîşan da, da ku di warê medenî da ew alîkar bin û Herêma Kurdistanê jî bikare ji bernameyên şandiyê Yekîtiya Ewropayê mifadar be, karkirina li ser çaksaziyan di sektora sivîl da ku, warên taybet bi tawanên rêkxistî, koça neyasayî, parastina şûnewaran, birêvebirina qeyranan, mijarên zayendî û cinsî, dadwerî û çend warên din bi xwe digre.

Serok Nêçîrvan Barzanî, ji aliyê xwe ve, spasiya helwesta Yekîtiya Ewropayê û daxuyaniya wê ya li ser êrîşa mûşekan ya ser Hewlêrê kir û tekez li ser girîngiya hebûn û rola Yekîtiya Ewropa û saziyên wê yên li Iraq û Herêma Kurdistanê kir ku, dikarin di warên cuda da alîkar bin, bi taybetî di warên demokrasî, mafên mirovan, çaksazî û dadwerî û gelek warên din ku ji bo niha û paşeroja Iraq û Herêma Kurdistanê pêdivî ne.

 

Nûçeyên têkildar