Serokwezîrê Iraqê: Êrişa ser Hewlêrê karekî têkderane ye û destdirêjiya ser tevahiya Iraqê ye

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Serokwezîrê Iraqa Federal û şanda ligel wî de kir û di wê hevdîtinê de serokwezîrê Iraqê hevxemî û hevsoziya xwe ji bo xelkê Herêma Kurdistanê û bajarê Hewlêrê bi Serok Barzanî gihand ji bo wê êrîşa mûşekî ya ku li ser bajarê Hewlêrê hat kirin û bi kareke têkderane û destdirêjiya ser tevahiya Iraqê wesif kir.
Îro Dûşema 14.03.2022 li Selahedîn Serok Barzanî pêşwaziya Mistefa Kazimî Serokwezîrê Iraqê û şanda ligel de kir.
Di hevdîtinê de ku Mesrur Barzanî Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê û Rêber Ehmed Wezîrê Navxwe yê Hikumeta Herêmê amade bûn, Serokwezîrê Iraqê hevxemî û hevsoziya xwe ji bo xelkê Herêma Kurdistanê û bajarê Hewlêrê bi Serok Barzanî gihand ji bo wê êrîşa mûşekî ya ku li ser bajarê Hewlêrê hat kirin û bi kareke têkderane û destdirêjiya ser tevahiya Iraqê wesif kir.
Herwiha Serokwezîrê Iraqê ew yek jî eşkere kir ku lîjneyeke taybet ji bo derxistina rastiyên wê bûyerê û nehiştina wan gotegotên nerast hatiye avakirin.
Her di vê civînê de herdu alî di derbarê sedem û encamên êrîşa mûşekiya ser Hewlêrê de axivîn û tekezî li ser hevahengî û karê hevbeş ê herdu aliyan ji bo parastina aramiya Herêma Kurdistan û Iraqa Federal kirin.
Proseya siyasî ya Iraqê û gef û derfetên nav proseya siyasî ya Iraqê mijareke dinî wê hevdîtinê bûn.
Şanda serokwezîrê Iraqê pêk hatibû ji Fuad Husên Wezîrê Derve û Cume Înad Wezîrê Berevanî û Osman Xanimî Wezîrê Navxweya Hikumeta Federal û hejmarek berpirsên bilindên emnî û siyasî yên Hikumeta Iraqê.




