Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Kanadayê pêşxistina pêwendiyan gotûbêj kirin

Hewlêr-KDP.info- Îro Pêncşema 10.3.2022 Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Balyozê nû yê Kanadayê li Iraqê Gregory Galligan kir û di wê hevdîtinê de herdu aliyan pêşxistina pêwendiyan gotûbêj kirin.
Di hevdîtinê de, Serok Nêçîrvan Barzanî jibilî bixêrhatina şanda mêvan, hêviya serkeftinê ji balyozê nû re xwest û piştgiriya Herêma Kurdistanê ji bo serxistina wî di erkê wî de nîşan da.
Herwiha di hevdîtinê de, çend mijar hatin gotûbêjkirin, mîna pêşxistina pêwendiyên Kanadayê ligel Iraq û Herêma Kurdistanê, proseya siyasî ya Iraqê û hewlên ji bo derbaskirina astengiyên li pêşiya wê proseyê, rewşa ewlehî ya Iraqê û rûbirûbûna gefên terorîstên DAIŞê.
Herdu aliyan tekezî kirin li ser pêşvebirina pêwendiyan û berfirehkirina warê alîkariya hevbeş û behsa derfeta kar û veberhênanê ji aliyê Kanada ve li Iraq û Herêma Kurdistanê kirin.
Gotûbêjkirina rewşa navçeyê bi giştî mijareke dinî civînê bû.




