9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Îro 43yemîn salvegera koça dawî ya Mela Mistefa Barzanî ye

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Rêberê bizava rizgarî ya gelê Kurd Mela Mistefa Barzanî, beriya 43 salan û di rojekî wek îro de koça dawî kir.

Îro roja 1ê Adarê ye, 43.mîn salvegera koça dawî ya rêberê mezin yê Kurd û pêşengê bizava rizgarî ya gelê Kurd Mela Mistefa Barzanî ye.

Mela Mistefa Barzanî kurê şêx Mihemed Barzanî ye, 14ê Adara sala 1903 li gundê Barzan ji dayik bûye. Di temenê 3 salî de dikeve ber xezeba Osmaniyan û bi dayik û birayê xwe yê mezin Şêx Ebdulselam dikeve zîndanê û 9 mehan di zîndanê de dimîne.

Mela Mistefa Barzanî sala 1919 beşdarî şoreşa Şêx Mehmûdê Hefîd dike û dibe berpirsê hêzeke 300 kesî. Sala 1920 Şêx Ehmed Barzanî Mela Mistefa dişîne ba Şêx Seîdê Pîran li Bakurê Kurdistanê ji bona ku hemahengiyek di navbera şoreşa Şêx Seîd û şoreşa Şêx Mehmûdê Hefîd de bê kirin.

Mela Mistefa di salên 1931-1932 de, li devera Barzan û li gundên Mêrgesor û Şêrwan fermandehiya pêşmergeyên ku şerê Îngilîz dikirin, kir. Jîrbûna Mela Mistefa di warê serbazî û şerkeriyê de li wir eşkere bû.

Sala 1932yê dema hikûmeta wê demê ya Iraqê bi alîkariya Brîtanya êrişî hêzên Kurd kir, Şêx Ehmed Barzanî tê girtin û Mela Mistefa dest bi rêbertî û rêxistina hêzên Kurd dike.

Hikûmeta Iraqê piştî salekê ji wî şerî lêborînê bo hêzên Pêşmerge û malbata Barzanî derdixe. Sala 1943 dîsa xebata pêşmergetiyê û bizava kurdî ji aliyê Mela Mistefa Barzanî ve dest pê dike.

Mela Mistefa Barzanî karî şert û mercên wê demê, ku Şerê Cîhanî yê Duyem hebû, herwiha kûdetaya ku li dijî hikûmeta wê demê ya Iraqê hat kirin, bi sûda Kurdan bikar bîne û cardin vegere gundê xwe li devera Barzan. Tevahiya peywendiyên xwe bi Hikûmeta Iraqê re qedand û daxwaza hikûmeta lawaz ya Iraqê red kir. Hikûmeta Iraqê daxwaz kiribû Pêşmerge şer bide sekinandin.

Piştî ku Mela Mistefa Barzanî karî hêzeke 2500 kesî kom bike û xwe bihêz bike lê piştî sal û nîvê, hikûmeta Iraqê bi hêzeke mezin êrişî devera Barzan kir. Hêzên Pêşmerge bi fermandehiya Mela Mistefa şerekî mezin kirin lê paşê vekişiyan devera Kanî Reşê li ser sînorê Tirkiyê.

Piştî wî şerî Mela Mistefa bi heval û pêşmergeyên xwe ve derbasî Rojhilatê Kurdistanê û bajarê Mehabadê dibe. Roja ragihandina Komara Kurdistanê, 22 Mijdara 1946, Mela Mistefa wek fermandeyê artêşa Komara Kurdistanê li kêleka rastê ya Pêşewa Qazî Mihemed cih digire û pileya “general” werdigire.

Piştî ku Komara Kurdistanê hilweşiya, Mela Mistefa Barzanî bi pêşmergeyên xwe ve derbasî Sovyetê dibe lê li ser rê rastî êrişa hêzên Îranê tên û piştî şerekî mêrxasane derbasî Sovyetê dibin. 12 salan li Sovyetê dimîne û roja 26 Cotmeha 1958 vegeriya Iraqê. Hikûmeta wê demê ya Iraqê hinek soz dabûn Kurdan lê dema Mela Mistefa dît hikûmetê sozên xwe bicîh nehanî, Îlona 1961 dîsa dest bi şoreş û xebatê kir, wî şerî heya 11 Adara 1970 dirêj kir.

Sala 1968 partiya Beis kûdetayek li dijî hikûmeta Iraqê kir. Şert û merc hatin guhertin û Mela Mistefa Barzanî bi hikûmetê re dest bi danustandinê kir. Berhema wan danustandinan rêkeftina 11 Adara 1970 bû. Li gorî wê rêkeftinê, Kurd dibe şirîkê Hikûmeta Iraqê û zimanê Kurdî dibe zimanê fermî û Kurdistan jî dibe herêmek xweser. Lê paşê hikûmeta Iraqê xwe ji wê rêkeftinê dizî û sala 1975 bi Îranê re li Cezayirê rêkeftinek îmze kir.

Roja 29 Îlona 1971 hikûmeta Iraqê hewl da Mela Mistefa tîror bike.

Mela Mistefa Barzanî dawiya sala 1975 nexweş dikeve ji ber wê jî diçe Amerîka.

Roja 1 Adara Sala 1979 li Amerîka koça dawiyê dike. Termê wî bi awayekî demkî li bajarê Şino yê Rojhilatê Kurdistanê tê veşartin, piştî Raperînê termê wî li devera Barzan tê veşartin.

Mamosteyê Beşa Dîrokê li Zanîngeha Selahedîn a Hewlêrê Dr. Hoşeng Salih Necar ji malpera KDP.info re ragihand: “Îro 43 sal bi ser koça dawiyê ya rêberê neteweya Kurd Mela Mistefa Barzanî derbas dibe. Ew rêberê ku li nava dilê têkoşîn û xebata li dijî dagîrkerî û kolonyalîzmê jidayik bibû û mezin bibû. Lewra her ji ciwaniya xwe nas kiribû ku gehîştin bi daxwaz û armancên netewî bi riya têkoşanê bidest tê. Barzaniyê nemir li navçeya xwe Barzan û li hemû navçeyên Kurdistanê xebata netewî kiriye û qurbaniyên mezin daye.”

Dr. Hoşeng wiha got: “Eger em berê xwe bidin jiyana taybet a Mela Mistefa emê bighên 4 xalan, Yekem: Jiyana Barzaniyê nemir xebat û têkoşan û bergîrî û rêbertiya tevgera rizgarîxwaza Kurd bû. Duyem: Jiyana nemir zindan û mana bi zorê li dûrî gundê wî yan durî welat bû. Sêyem: Jiyana wî koçberî û derbiderî û penaberî bû.”

Nûçeyên têkildar