9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Polîtbîroya PDKê 11mîn salvegera damezrandina malpera KDP.info pîroz kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Bi boneya 11mîn salvegera damezrandina malpera fermî ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), Polîtbîroya PDKê peyameke pîrozbahiyê pêşkêşî rêveber û rojnamevanên malpera KDP.info kir.

Ev jî tekesta wê peyamê ye:

“Birêzan rêveber û tîma rêveberiyê û nivîskarên malpera fermî ya PDKê (KDP.info)..

Îro 11 sal bi ser damezrandina malpera fermî ya PDKê (KDP.info) re derbas dibe, ev malpera ku kariye li tenişt orgar û dezgehên din ên ragihandina PDKê roleke mezin bibîne di ragihandinê de û kariye xizmeteke mezin pêşkêş bike, ew jî bi rêya sîstemeke baş û rast û dirust, ku heroj peyam û nûçeyan bi rastî dighîne xelkê.

Malpera KDP.info wek malpereke fermî bo PDK, di van salên xwe yên karkirinê de, cihê destê wê zelal û bi bandor û cihê destxweşiyê ye. Em hêvî dikin hûn di pêşerojê de karibin bi pilaneke rêkûpêkî pêşketî ji hemû aliyan ve ber bi pêşve biçin û hîn jî xizmeta medyayê, peyama bihevrejiyanê, hevqebûlkirinê, dadperweriyê, xizmetkirinê û pirsên netewî û niştimanî yên PDKê bikin.

Bi vê boneyê, jibilî pîrozbahiyên gerim li we û li xwendekarên azîz ên malpera PDK.info, em piştevaniya xwe ji bo dûpat dikin û em hêvîdar in hûn her serkeftî bin.


Polîtbîroya PDKê

28.2.2022”

Nûçeyên têkildar