Serok Barzanî: Hilbijartinên Kurdistanê dê di dema xwe de bên kirin

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li balyozê Îtalya li Iraqê kir û ragihand, hilbijartinên Kurdistanê dê di dema xwe de bên kirin.
Serok Mesûd Barzanî îro 17ê Sibata 2022an li Pîrmam pêşwazî li Balyozê Îtalya li Iraqê Maurizio Greganti kir.
Di hevdîtinê de ku Konsulê Giştî yê Îtalya li Hewlêrê Michele Camerota jî amade bû, guftûgo derbarê rewşa siyasî ya Iraq û navçeyê, pêngavên destûrî yên piştî rûniştina yekem a Encûmena Nûneran a Iarqê û biryarên Dadgeha Bilind a Federalî hatin kirin.
Her di wê civînê de, Balyozê Îtalyayê pêzanîna xwe ji bo qurbanîdana hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê di şerê li dijî terorê de nîşan da û tekez kir ku Îtalya ligel hevpeymanan di piştevaniya Pêşmerge û hêzên Iraqî de berdewam dibe.
Di beşeke din a hevdîtinê de, ji bilî amajekirina bi pêwendiyên dîrokî yên di navbera her du aliyan de, tekezî li pêşvebirin û kûrkirina dostaniya gelê Kurdistanê û gelê Îtalyayê û bihêzkirina pêwendiyên Îtalya û Herêma Kurdistanê hate kirin.
Rewşa navxwe û hilbijartinên Herêma Kurdistanê, mijarên din ên civînê bûn û Serok Barzanî tekez kir, hilbijartina bê ya Parlamentoya Kurdistanê dê dema xwe de bê kirin.




