9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Nêçîrvan Barzanî sersaxî ji malbata dostê gelê Kurd û siyasetmedarê Almanya re xwest

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî sersaxî ji malbata parlamenterê berê yê Almanya Zîgî March re xwest.

Nêçîrvan Barzanî peyameke sersaxiyê belav kir û tê de ragihand: “Mixabin min nûçeya koça dawî ya siyasetmedar û parlamenterê berê yê Almanyayê û dostê dêrîn ê gelê Kurdistanê Zîgî March bihîst.

Pirse û sersaxiyê ji malbat û dost û hevalên wî re dixwazim û hevsoz û şirîkê xema wan im.

Ji Xwedayê mezin dixwazim ku rihê wî bixe ber rehmet û dilvovaniya xwe û sebir û aramiyê bide malbata wî.”

Nûçeyên têkildar