9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Balyozê Amerîka: Em pêbend in bi asayîş û aramî û pêşketina Iraq û Herêma Kurdistanê

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Balyozê Amerîka li Iraqê kir û di wê hevdîtinê de balyozê Amerîka ragihand, Amerîka pêbend e bi asayîş û aramî û pêşketina Iraq û Herêma Kurdistanê.

Îro Çarşema 16.02.2022 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Matthew H. Tueller Balyozê Amerîka li Iraqê kir.

Di hevdîtinê de ku Robert Palladino Konsolê Giştî yê Amerîka li Hewlêrê amade bû rewşa Iraqê û pêşhatên dawî û hevkêşeyên li nav proseya siyasiya Iraqê û hengavên destûriyên piştî yekem rûniştina Encûmena Nûnerên Iraqê guftûgo kirin.

Her di vê civînê de tekezî li ser pêwîstiya hemahengî û peywendiya di navbera hêzên siyasî û pêkhatên Iraqê de hat kirin.

Di beşeke dinî vê civînê de Balyozê Amerîka li Iraqê got ku welatê wî bi hurî girîngiyê bi guhertin û bûyerên siyasî yên Iraqê dide û hana hemû aliyekî û Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa Federal dide ku bihevdûtêgihiştin û hemahengiyê giriftan çareser bikin.

Balyozê Amerîka li Iraqê eve jî ragihand ku Amerîka pêbend e bi asayîş û aramî û pêşketina Iraq û Herêma Kurdistanê

 

Nûçeyên têkildar