Mesrûr Barzanî û Mîrê Qeterê tekezî li ser pêşvebirina pêwendiyan kirin

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel Mîrê Qeterê Temîm Bin Hemed Al Sanî civiya û di civînê de tekezî li ser pêşxistina pêwendiyên Qeterê li gel Herêma Kurdistanê û Iraqê hat kirin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di çarçoveya serdaneke fermî de li welatê Qeterê ye û di duyemîn roja serdanê de hevdîtinên wî bi berpirsên pilebilind ên Qeterê re berdewam in.
Îro Çarşema 16ê Sibata 2022, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Doha ya paytexta Qeterê ji aliyê Mîrê Qeterê Temîm Bin Hemed Al Sanî ve hat pêşwazîkirin û herdu lîder bi hev re civiyan.
Di civînê de li ser geşedan û pêşhatên herî dawî yên Iraqê, bi taybetî hewldanên pêkanîna kabîneya nû û pêşvebirina pêwendiyên Qeterê ligel Iraq û Herêma Kurdistanê gotûbêj hat kirin.
Herwiha di civînê de tekezî li ser pêşvebirina pêwendiyên Qeterê yên ligel Herêma Kurdistanê û Iraqê hat kirin, bi taybetî di warên aborî, bazirganî û veberhênanê de.
Herdu alî hevnerîn bûn li ser giringiya berdewambûna pêwendî û hemahengiya ji bo mijarên cihê girîngiya her du aliyan.




