Peyamek ji Serok Barzanî ya ji bo raya giştî ya Iraqî û Kurdistanî

Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Biryara Dadgeha Bilinda Federaliya Iraqê ya di derbarê neft û gaza Herêma Kurdistanê biryareke bi tevahî siyasiye û berevajiya destûra Iraqa Federale û armanca wê dijayetîkirina Herêma Kurdistane û dijî sîstema Federaliya Iraqe.
Em hêvîxwazîn her du Hikûmeta Iraqî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikarin li ser kêşeyan û babeta neft û gaz bigihin rêkeftinê. Li gel ewe da jî ji bo hemû aliyek eşkere dikîn ku Herêma Kurdistanê bi hemû şiyanek ve berevaniyê li mafên xwe yên destûrî dike.
Mesûd Barzanî
15.02.2022




