Serok Barzanî û Balyozê Brîtanya gefên terorê li Iraq û Sûriyê gotûbêj kirin

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Balyozê Brîtanya li Iraqê kir û di wê hevdîtinê de gefên terorê li Iraq û Sûriyê hatin gotûbêjkirin.
Îro Sêşema 15.02.2022 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Mark Bryson Richardson Balyozê Brîtanya li Iraqê û şandeke ligel de kir.
Di hevdîtinê de pêşhatên dawî ya di nava proseya siyasiya Iraqê guftûgo kirin û Balyozê Brîtanya li Iraqê tekez li ser pêgeha Herêma Kurdistan li Iraq û navçeyê kir.
Her di vê civînê de tîşk xistin li ser çaksaziyên Wezareta Pêşmerge û şanda mêhvan jibilî pêzanîn xwe yên ji bo berdewamiya wan çaksaziyan, hemahengî û karê hevbeşî ya di navbera Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û hêzên Iraqê bi hengaveke erênî ya aramiya navçeyên nakokî li ser da zanîn.
Gefên terorê li Iraq û Sûriyê mijareke dinî vê hevdîtinê bû.




