Balyozê Holandayê pesnên çaksaziyên Hikûmeta Kurdistanê da

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Sêşema 08/02/2022 pêşwazî li Balyozê Hollanda li Iraqê Michel Rentenaar kir.
Di hevdîtinê de ku Konsulê Giştî yê Hollandayê Hans Ackerbom jî amade bû, rewşa giştî, proseya siyasî ya Iraqê û hewlên pêkanîna hikûmeta nû hatin gotûbêjkirin û herwiha tekezî li ser bihêzkirina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hollandayê de hatin kirin.
Balyozê Holenda bi girîngî behsa çaksaziyên ku di kabîneya nehem, bi taybetî çaksaziyên Wezareta Pêşmerge kir û amadehiya welatê xwe ji bo bihêzkirina têkeliyên ligel Herêma Kurdistanê bi taybetî di warê aborî û weberhênanê de nîşan da.
Di mijarekî din a civînê de, guftûgo derbarê pirsgirêka koçberên li Ewrupayê hate kirin û tedbîrên Hikûmeta Herêmê ji bo bi dawî kirina koçberiya qaçax, bi erênî û bi bandor hatin nirxandin.




