Nêçîrvan Barzanî: Bila bîranîna şehdên 1 Şibatê bibe wesîla yekrêziya me

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser salvegera şehîdên 1 Şibatê peyamek belav kir û tê de got, “bila bîranîna şehdên 1 Şibatê bibe wesîla yekrêziya me.”
Peyama Nêçîrvan Barzanî wiha ye:
“Em bi rêz û şiko şehîdên 1 Şibatê bibîr tînin û silavê bo ruhê wan yê pak dişînin. Karwana xebat û xizmeta wan serkirde û dilsozên ku bûn qurbaniyên destê reş yê terorê dê heta hetayî berdewam be. Bila bîranîna wan bibe wesîla pêkvebûn, lihevhatin û yekrêziye me.”
1ê Şibata 2004an du terorîstan xwe li baregehên Liqê 2 ê PDKê û Malbenda 3 ya YNKê li Hewlêrê teqandin û di encamê de 103 kes ji endam, kadro û serkirdeyên herdu partiyan şehîd bûn û hejmarek kesên din jî birîndar bûn.




