Îro 35 sal bi ser koça dawî ya Idrîs Barzanî re derbas dibe

Hewlêr-KDP.info- Îro 31.1.2022, 35 sal bi ser koça dawî ya Idrîs Barzanî re derbas dibe. Dost û hevalên wî yên hevçeperan, wî wek endazyarê yekrêziya gelê Kurd binav dikin, ji ber ku kar ji bo yekîtiya navmala Kurdî dikir û qebûl nedikir Kurd bindest bin, mîna niha ku yekrêzî bingeh e ji bo bidestxistina armancan.
Roja dawî ya meha 1ê ji her salekê, di rojimêra Pêşmerge û xebata rizgarîxwaza xelkê Kurdistanê de, salvegera koça dawî ya Pêşmerge û têkoşerê mezin Idrîs Barzanî ye.
Idrîs Barzanî di meha Adara 1944an de li navçeya Barzan û di himêza malbatekê de hatiye dinyê, ku ew malbat çavkaniya dîroka Kurdistanê ye. “Her ji destpêka sedeya 20mîn de bibû mala mezin a kurdayetiyê û sembola neteweyî û qubleya têkoşerên Kurd.”
Idrîs Barzanî dibe 2 salî, wê demê bevê wî nemir Mistefa Barzanî berê xwe dide Rojhilatê Kurdistanê û ku bi mebesta piştevaniya li tevgera Kurdî û Komara Kurdistan li Mihabad, li wir dest bi xebatê kir.
Piştî ku Komara Kurdistan ket, Mistefa Barzanî û bi dehan Pêşmerge berê xwe dan Yekîtiya Sofyet a berê. Wê demê Idrîs Barzanî ku temenê wî 3 sal bû ligel dayika wî û malbatên Kurd, ji aliyê şahê Iraqê bo navçeyên başûrê Iraqê hatin veguhestin.
Idrîs Barzanê di temenê 6 saliyê de li bajarê Kerbela çû dibistanê. Heta nemana şahîtiyê û hatina komariyê di sala 1958an de ew ji dîtina bavê xwe mehrûm bû. Lê wê salê Mistefa Barzanî ligel hevalê xwe ji Yekîtiya Sofyetê vegeriya Iraqê û piştî demeke dirêj bi dîtina malbata xwe şad bû.
Li gorî dîroka PDKê, piştî vegera Mistefa Barzanî û serhildana şoreşa Eylûlê di sala 1961ê de, Idrîs Barzanî ji destên yekem ên wan pêşmergeyan bû ku tevlî şoreşê bûn û çekê têkoşînê avêt ser milê xwe û mil bi milê Pêşmerge tevlî dastan û serkeftinên şoreşê bû.
Piştî 9 salan ji pêşmergayetiyê û tevlîbûna di şoreşa Eylûnê de, di meha Hezêrana 1970ê de û di kongreyê 8 ê PDKê de, bo cara yekem Idrîs Barzanî bû endamê Komîteya Navendî ya PDKê.
Ligel destpêkirina projeya aştî û danûstandinan di navbera şoreşê û deselatên Iraqê de, Idrîs Barzanî ligel birayê xwe Mesûd Barzanî di desteya danûstandinan a şoreşê de bûn. Ew li Bexdayê ketin şerê siyasî û dîplomatîk ji bo bidestveanîna mafên gelê Kurdistanê. Di dawiyê de bi serperiştiya Mistefa Barzanî mafê otonomî bo Kurdistana Iraqê bidestve hat û di encamê de 4 salên xweşî û pêşketinê ji bo Iraqê hatin, lê piştre deselata Iraqê ya Beisî dîsa dest bi dijayetiya Kurdan û serkirdatiya Kurdistanê kirin û wê demê rêkeftina Cezayir çêbû û şoreşa Kurdan hat şikestin. Wê demê Idrîs Barzanî ligel malbata xwe û beşek ji Pêşmerge ve, koçberî Îranê bûn.
Herwiha piştî şikestina şoreşê, Idrîs Barzanî ligel birayê xwe Mesûd Barzanî her zû hewlên xwe didin ji bo avakirina bingeh û rêxistina PDK û Hêzên Pêşmerge, û dest bi çalakiyan dikin.
Sala 1979 guhertin li ser nexşe û hevsengiya navçeyê çêbû û li Îranê Komara Îslamî ya Îranê hat damezrandin û deselata şah hat rûxandin. Li Iraqê jî rêjîma Beis destê xwe li deselat zêdetir şidand. Şerê Iraq û Îranê destpê kir. Hêzên Kurdistanî jî dabeş bûn. Hikûmeta Iraqê xwest ku nakokiyan bixe navbera hêzên Kurdistanî de. Idrîs Barzanî wê demê kar û xebat kir ji bo lihevkirin û yekîtiya nav mala Kurdî.
Li ser bingeha wê xebata Idrîs Barzanî, di sala 1986an de bingeha Bereya Kurdistanî hat avakirin û di meha Hezêrana 1988ê de wek hêzeke nû li ser meydana siyasî ya Kurdistanê Berya Kurdistanî hat ragihandin.
Idrîs Barzanî di dîroka tevgera rizgarîxwaz a neteweya Kurdî de, wek endazyarê lihevkirina niştimanî tê binavkirin. Di asta dîplomatîk de jî Idrîs Barzanî wek xwedî ezmûneke mezin bû, nexasim di warê derketina gutareke hevbeş de.
Di 31.1.1987an de, Idrîs Barzanî ji ber nexweşiyeke giran koça dawî kir. Bi jidestdana Idrîs Barzanî tevgera siyasî ş xebata rizgarîxwaz a Kurdistanê kesekî bi bandor û serkirdeyekî mezin û xwedî ezmûn jidest da û li gundê Helecî yê ser bi Urmiyê hat veşartin.
Piştî raperîna Adara 1991ê û rizgarkirina beşeke mezin ji axa Kurdistanê di 6.11.1993ê de termên Nemir Mistefa Barzanî û Idrîs Barzanî bo Başûrê Kurdistanê hatin veguhestin û li devera Barzan hatin veşartin.




