Serok Barzanî ji bo çareseriya pirsgirêkên Iraqê destpêşxeriyek ragihand

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî peyamek ji bo raya giştî ya Iraq û Kurdistanê belav kir û di wê peyama xwe de destpêşxeriyek ragihand.
Îro 31.01.2022yê Serok Barzanî peyamek belav kir û ragihand: “Ji bo çareseriya pirsgirêkan û pêkanîna atmosfêreke guncaw û baş ji bo proseya siyasî ya Iraqê, min destpêşxeriyekî siyasî aşkera kiriye û di çarçoveya wê destpêşxeriyê de min pêşniyar kiriye, birêz Nêçîrvan Barzanî û birêz Mihemed Helbûsî serdana cenabê seyîd Muqteda Sedir bikin, û li ser çawaniya berdewambûna proseya siyasî û nehiştina astengiyan bişêwirin.”
Di beşeke din a peyama xwe de Serok Barzanî dibêje: “Hêvîdar im ev destpêşxeriye encamên wê erênî bin û di berjewendiya Iraq û hemû pêkhateyan de be.”




