Mesrûr Barzanî: Ev êrîş pêşhateke metirsîdar e

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîr Mesrûr Barzanî êrîşa li ser mala Serokê Parlamantoya Iraqê Mihemed Helbûsî şermezar kir û ragihand, “ev êrîş pêşhateke metirsîdar e û têkdana ewlehî û aramiya Iraqê armanc digire.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro Çarşema 26.01.2022an ji hejmara xwe ya tora civakî “Twitter” nivîsî: “Ev êrîş pêşhateke metirsîdar e û têkdana ewlehî û aramiya Iraqê armanc digire.”
Herwiha Mesrûr Barzanî hêviya başbûna zû ji birîndarên wê êrîşê re xwastiye.




