Serok Barzanî û Wezîrê Dadê yê Lubnanê gefa terorê li Iraq û Sûriyê gotûbêj kirin

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Wezîrê Dadê yê Lubnanê kir û di wê hevdîtinê de herdu aliyan gefa terorê li Iraq û Sûriye û navçeyê gotûbêj kirin.
Îro Dûşema 24.01.2022 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Dadwer Hinrî Xûrî Wezîrê Dadê yê Lubnanê û şandeke li gel de kir ku ji Serokê Encûmena Dadweriya Lubnanê û Yarîdederê Emîndarê Giştî yê Komkara Erebî û hejmarek ji şêwirmendan pêk hatibû.
Di hevdîtinê de di derbarê rewşa siyasî ya navçeyê bi giştî û Lubnan û Iraq bi taybetî de danustandina bîr û ramanan hate kirin.
Gefa terorê li Iraq û Sûriye û navçeyê û rewşa Herêma Kurdistanê mijarên dinê vê hevdîtinê bûn.




