Berdevkê PDKê: Kursiyê serokmar mafê gelê Kurdistanê ye û ne tenê milkê aliyekî ye

Hewlêr-KDP.info- Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed di daxuyaniyekê de bersiva Encûmena Rêveberiya YNKê dide û dibêje, “Derbarê mijara serokomar de em tekez dikin ku ew kursî mafê gelê Kurdistanê ye û ne tenê milkê aliyekî yan kesekî diyar e.
Daxuyaniya berdevkê PDKê waha ye:
“Daxuyaniyek ji berdevkê PDKê ve
Beyanameya 23.01.2022yê ya Encûmena Rêveberiya YNKê derbarê partiya me û rewşa siyasî û pirsa serokomar de bi awayekî berewajî û bêînsafî hin pênase bikaranîbûn. Ji ber wê jî em baş dizanin ku raya giştî ya Kurdistanê ji rastî û dirustiya wan mijaran agahdar bikin.
Piştî ragehandina encamên helbijartinên meha Cotmeha borî ya encûmena nûnerên Iraqê, li ser erkdariya rêzdar Serok Barzanî şandeyekî Polîtburoya PDKê bi armanca ava kirina helwêstekî hevbeş û ji bo yekxistina navmala kurd û avakirina şandeyekî hevbeş bo Bexdayê û ji bo misogerkirina daxwazên rewa yên gelê Kurdistanê, serdana hemû aliyên Kurdistanî kir. Her li ser wê bingehê jî civîna navbera herdû polîtburoyên PDKê û YNKê de pêk hat û li gel wê jî Serok Barzanî pêşwazî li Hevserokê YNKê Bafil Talabanî kir. Armanca serekî ya wê civînê amadekirina bernameyeke Kurdistanî bû ji bo dîtina hevbeş li hember pêşeroja Iraqê û daxwazên rewa yên gelê Kurdistan û proseya siyasî bû.
Armanca me ew bû şandeke hevbeş a hemû aliyên siyasî yên Kurdistanê bê pêkanîn, lê mixabin serneket û ji bo avakirina yekrêzî li ser pêkhatine şandeyekî hevbeş di navbera PDKê û YNKê de rêkeftin ku lihevtêgeheştina destpêkê ve bigehin qonaxa rêkeftina siyasî. Ji bo wê jî şandeya hevbeş a PDK û YNKê bi serokatiya endamê polîtburoya YNKê Îmad Ehmed ve serdana Bexdayê kir û zincîreyekî civînan ligel aliyên Iraqê yên nav proseya siyasî de pêkanîn. Lê mixabin ji bo me ronî bû ku nûnerên YNKê yên beşdar di şandeya hevbeş dîtinên wan ronî nîne û şiyana wan a biryardayînê jî li ser pirsan tinebû. Derveyî wê jî bê agahdarkirina PDKê xwe ji şandeya hevbeş vekêşan.
Derbarê rûniştina yekem a Encûmena Nûnerên Iraqê de jî ku pêwîstbû hemû alî pêbend bin bi pêngavên destûrî, fraksiyona YNKê li gel amadebûna hemû fraksiyonên Kurdistanê jî, ji rûniştina taybet a helbijartina desteya serokatiya Encûmena Nûnerên Iraqê derket. Ew yekem pêngava fraksiyona YNKê bû bo têkdana yekrêziya aliyên Kurdistanê di nav Encûmena Nûnerên Iraqê de.
Derbarê mijara serokomar de jî em tekez dikin ku ew kursî mafê gelê Kurdistanê ye û ne tenê milkê aliyekî yan kesekî diyar e. Li ser wê bingehê jî divê tenê namzedek bê diyarkirin ku razîbûn û piştevaniya hemû aliyên Kurdistanê li ser be, lê YNK berdewam bû li ser rijdbûna xwe bo namzedkirina kesekî ku ew jî li derveyî razîbûna navmala Kurd bû û kursiyê serokomar jî wek mafê temamî yê partiya xwe lê dinêrin û bi dîtina temamî ya partiyê ve kar li ser kirin, ne ji bo mijarekî niştimanî.
Pêwîst bû YNKê derbarê mijara serokomar û yekrêziya navmala kurdî de bi hûrtir û niştimanîtir reftar kiriba û pêwîstbû berpirsyartiya rewşa niha û piştre jî ya vê belavbûna derketiye pêş bigre stûyê xwe.
Mehmûd Mihemed
Berdevkê PDKê
24.01.2022”




