9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Serokê Herêma Kurdistanê û şandeya Lubnanê rewşa penaberan gotûbêj kirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Îro Duşema 24.1.2022 Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya şandeke Lubnanî bi Serokatiya wezîrê dadê yê Lubnanê Henry Khoury kir ku, bi mebesta beşdarîkirin di roja dadweriya Iraqê serdana Iraqê kiriye.

Di civînê de giftûgo li ser rewş û karûbarên dadgehan li Kurdistan, Iraq û Lubnanê hate kirin û tekez li ser berfiretir kirina hevkarî û hemahengiya navbera dadgehên Kurdistan, Iraq û Lubnanê û tê de wergirtin ji ezmûna hev û du hate kirin.

Her di heman çarçoveyê de tekez li ser girîngiya serxwebûna desthilata dadwerî weke bingeheke sereke ya dewletdariyê hate kirin.

Rewşa siyasî û pêşhatên dawî yên li Iraq û Lubnanê mijarên din yên civînê bûn û şanda mêwan bi awayeke kurt behsa hewldanên hikûmeta welatê xwe ya bo derbas kirina welat ji qirîzên heyî kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî serdana şanda Lubnanî bo Iraq û Kurdistanê bigirîng wesif kir û hêvî xwest ku hevkarî û hemahengiya navbera her sê aliyan zêdetir bibe.

Serokê herêmê herwiha balkêşande ser rola girîng ya kompanî û karsazên Lubnanî li Kurdistanê û herdu aliyan behsa rewşa penaberan li Herêma Kurdistanê û Lubnanê kirin.

 

Nûçeyên têkildar