9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Nêçîrvan Barzanî: Kurdistan ti carî nabe beşek ji bo derketina pirsgirêkan ji welatên Ewropayê re

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Wezîrê Derve yê Lîtwanyayê ligel Serokê Herêma Kurdistanê civiya û di civînê de Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand, Herêma Kurdistanê tu demekê nabe beşek ji bo dirustkirina kêşeyê ji bo welatên Ewropayê.

Îro Duşema 17.1.2022an, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Wezîrê Derve yê Lîtwanyayê Gabrielius Landsbergis û şanda pê re kir.

Di civînê de pêşxistina peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê li gel Lîtwanya, proseya siyasî û rewşa Iraqê bi giştî, berdewamiya gefa DAIŞê û rûbirûbûna wê, rewşa koçber û penaberan li Herêma Kurdistanê û pirsa koç û koçberan li kampên Ewropayê hatin gotûbêjkirin.

Wezîrê Derve yê Lîtwanyayê spasî Iraq û Herêma Kurdistanê kir ji bo pêngavên wan û alîkariya ji bo çareserkirina pirsa koçberan û hêvî xwest ew hevkariya li ser vê pirsê hatiye holê wekî derfetek ji bo alîkariya hevbeş û pêşxistina peywendiyên Lîtwanya li gel Iraq û Herêma Kurdistanê bêne berfirehkirin, bi taybetî di warên fêrkirinên pîşeyî, perwerde, proseya xwendinê û çendîn warên din de.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî spasiya Lîtwanyayê kir ku beşek e ji Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî DAIŞê û alîkariya Iraq û Herêma Kurdistanê kiriye.

Nêçîrvan Barzanî herwiha di derbarê pirsa koçkirinê de jî tekez kiriye ku Herêma Kurdistanê tu demekê nabe beşek ji bo dirustkirina kêşeyê ji bo welatên Ewropayê.

Herdu alî hevnerîn bûn ku divê rêgiriyê li bazirganîkirina bi mirov û bikaranîna wan a ji bo meremên siyasî bê kirin, ji bo vê mebestê jî alîkariya hevbeşiya welatan bi taybetî Iraq û Herêma Kurdistanê li gel welatên Yekîtiya Ewropa pêwîst e.

Nirxandina peywendiyên Hewlêr-Bexdayê, girîngiya peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê li gel Yekîtiya Ewropayê, rewşa navçeyê bi giştî û çend mijarên din ên girîng û hevbeş, mijarên din ên civînê bûn.

Nûçeyên têkildar