9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Serok Barzanî salvegera damezrandina KurdistanTV pîroz kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî bi helkefta bîst û sêyemîn salvegera damezrandina Kurdistan Tv peyameke pîrozbahiyê belav kir.

Ev jî tekesta wê peyamê ye:
“Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Birêzan serpereştiyar û desteya birêvebirin û kedkar û karmendên Dezgeha Satalayta Kurdistanê..

Bi helkefta derbaskirina bîst û sê salan bi ser damezrandina (Kurdistan Tv) de, pîrozbahiyê li weyên xweşdivî dikim û ji bo we hêviyên berdewamî û pêşketinên zêdetir dixwazim.

Kanala Asmaniya KurdistanTv wekî yekemîn kanala telefizyonî ya asmanî ya Kurdistanê, her ji destpêka damezrandina wê ve pêgiriya erkên netewî û niştimanî bûye û di gihandina peyama aştî û pêkvejiyanê de serkeftî bûye, di heman demê de jî rastgoyî û pîşeyîbûna xwe parastiye.

Pêwîst e Kurdistan Tv û Zagros Tv di çarçoveya Dezgeha Satalayta Kurdistan de li ser gihandina peyama rewa ya gelê me de bi raya giştî û belavkirina hişyariya niştimanî û çanda bihevrejiyanê li nav xelkê de berdewam bin.

Pêwîst e Dezgeha Satalayta Kurdistan di asta pêşveçûn û guhertinên bilez yên ragihandinê de be, û herwiha wekî herdem pêgirî nirx û armancên bilind ên gelê Kurdistanê jî be.

Destxweşiyê li we dikim û hêviya serkeftinê ji bo we dixwazim.

Mesûd Barzanî
17.01.2022”

 

Nûçeyên têkildar