9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Serok Barzanî pêşwazî li şanda Hevpeymaniya Teqedum û Ezm kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwaziya şandeke pilebilind ji Hevpeymaniya Teqedum û Ezm a Iraqê kir.

Îro Şemiya 08.01.2022 li Selahedîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şandeke pilebilind ji Hevpeymaniya Teqedum û Ezm kir ku ji Mihemed Helbusî û Xemîs Xencer û Ehmed Elciburî pêk hatibû.

Di hevdîtinê de di derbarê pêşketinên nav qada siyasiya Iraqê û hengavên rûniştina yekem ya Encûmena Nûnerên Iraqê û pêkanîna hikumeta nû ya Iraqê de danustandina bîr û ramanan kirin.

Her di vê hevdîtinê de tekezî li ser pêwîstiya jihevdûnêzîkirina pêkhatên Iraqê û berçavgirtina berjewendî û aramiya Iraqê hat kirin.

Nûçeyên têkildar