Mesrûr Barzanî sersaxî ji Fuad Mehsûm re xwest

Hewlêr-KDP.info- Serokewzîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ji ber koça dawî ya birayê serkomarê berê yê Iraqê Fuad Mehsûm, sersaxî da wî.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji ber vê yekê peyameke sersaxiyê arasteyî Fuad Mehsîm kir. Peyama wî wiha ye:
“Birêz Dr. Fuad Mehsûm, ez ji ber koça dawî ya birayê we rehmetî Mihemed Meshûm, sersaxiyê didim we û malbata we ya birêz û xwe şirîkê xema we dibînim. Xwedayê dilovan ruha wî bi behiştê şa bike û sebr û hedarê jî bide we û malbata we.”




