Bi fermana Mesrûr Barzanî dê xanî ji malbatên hejar re were avakirin

Hewlêr-KDP.info- Serokê Komeleya Kêrêçiyan a Kurdistanê Goran Ewêne ragihand ku bi fermana Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî hejmarek yekeyên niştecîbûnê dê werin avakirin ji bo hejaran û malbatên ku di xaniyê kirê de ne.
Goran Ewêne ji malpera KDP.info re ragihand: “Hewlên ji bo çareserkirina pirsgirêka xelkê kirêçî berdewam in û biryar e îsal hejmarek şiqe li parêzgeha Hewlêrê werin parvekirin li ser fermanberan û malbatên ku di xaniyê kirê de ne. Hejmara wan qişeyan jî hezar û 100 şiqe ye. Beşek ji wan çêkirina wan bidawî bûye û beşê din jî di qonaxa dawî de ne.”
Ewêne wiha got: ”Ew şiqe ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hatine avakirin û dê bi pişkê werin parvekirin.”
Serokê Komeleya Kêrêçiyan a Kurdistanê wiha domand: ”Mesrûr Barzanî biryar daye ku hejmareke yekeyên niştecîbûnê werin avakirin ji bo xelkê hejar û feqîr. Dê ew xanî ji bê pêşekî bin û bi pereyekî erzan bin û bi qest bin. Ev pêngav ji bo çareserkirina pirsgirêka kirêçiyan pir baş e.”




