9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Nêçîrvan Barzanî Sersal li gelê Kurdistanê pîroz kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi helkefta hatina sala nû ya zayînî peyamek belav kir.

Peyama wî wiha ye:

“Sala nû ya zayînî li tevahiya gelê Kurdistanê, bi taybetî li malbatên serbilind ên şehîdan, li Pêşmergeyên qehreman, hêzên emnî, lawan û li Kurdistaniyên derveyî welat, li gelên Iraq û li cîhanê pîroz dikim, hêvîdar im sala xweşî û kameranî û serkeftina di ser kêşe û qeyranan de û bidawîhatina pejik û nexweşiyan be. Hêvî, bextewerî, aramî û pêşketinê, ji bo mirovayetiyê li gel xwe bîne.

Me li Herêma Kurdistanê li gel cîhanê, ji ber pejika kovid-19 û encamên wê, du salên dijwar birê kirin. Di rûbirûbûna terorê de berdewam bûn, rûdan û biserhatên diltezîn ên koçkirinê û bandora xerap ya guherîna keşûhewa û lehiyê me dîtin. Hevsoz û hevxemên malbatên serbilind ên şehîdan û wan hemû kesên ku ezîzên xwe ji dest dane û bi rêz wan bibîr tînîn. Spasiya gelê Kurdistanê dikim ku berevaniyê li qeyran û kêşeyan girtine.

Derbaskirina dijwarî û gefan, parastina maf û destkeftên destûrî û qewareya federa‌liya Herêma Kurdistanê, niha û paşerojeke baştir ji bo gelê me, kar û ber‌pirsiyariyeke hevbeş û yekrêzî û tebayî û pêkveyî ji hemû hêz û aliyan û pêkhatên Kurdistanê dixwaze.

Li Iraqê jî bi sûdwergirtina ji şaşiyên derbasbûyî, vekirina rûpeleke nû, têgihiştina rastî û îradeya ciddî ya ji bo çareserkirina kêşeyan, hevdû qebûlkirin û hevbeşiya rasteqîne ya me hemûyan di proseya siyasî û birêvebirina welat de li ser bingeha dirust pêwîst e ku bawerî û aramî vegere û bi jiyan û guzeraneke baştir ji bo hemûyan ji niha û paşeroja xwe piştrast bin.

Spasî Hevpeymanî û civaka navdewletî û dostan dikin ku di rûbirûbûna terorê de piştgîrî û hevkariya me kirin. Çemk û bihaya hevbeş me kom dike û pêkve dibin. Wekî herdem amadeyê erk û berpirsiyariya hevbeş in û wekî endameke çalak ya civaka navdewletî û fakterê aramiyê li Iraq û navçeyê dimînîn, Herêma Kurdistanê jî erd û serzemînê pêkvejiyan û lêborînî û firehiyê dibe.

Bi hêvî û geşbîniyê ve li jiyan û saleke nû û paşerojê dinêrîn û sala nû li we hemûyan pîroz bê, her şad û serkeftî bin.

Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

31.12.2021”

Nûçeyên têkildar