PDK çareseriya aştiyane û zimanê diyalogê dixwaze

Hewlêr-KDP.info/ Duhî li Hewlêrê simînarek bo nirxandina rewşa Deverên Kurdistanî yên ji derveya îdareya Kurdistanê hate zaskirin.
Di vê semînara han de ku, hijmareke Parlementer, Siyasetmedar û Berpirsê îdareya navçeyên ji derveya îdareya Kurdistanê têde amadebûn, Peyvdarê Partiya Demokrat a Kurdistanê Cefer Îbrahîm (Emînkî) siyaset û helwestên Partiya Demokrat a Kurdistanê yên li hember rewşa Deverên ji derveya îdareya Hikûmeta Kurdistanê û yên li hember kêşeyên heyî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de rave kir û ragihand ku, PDK piştgîriya çareseriya aştiyane dike û daxwaz ji tevahiya aliyan dike daku, di sepandina çareseriya aştiyane de lez bikin.
Îbrahîm di berdewamiya axaftinên xwe de eşkere kir ku, PDK li ser çareser kirina kêşeyên heyî yên li Îraqê de di çarçoweya destûra ningehîn ya Îraqê de biîsrare û dibe mekanîzên cîhbicîh kirina madeya 140 ya Îraqê jî were çalakirin û ev madeya han bilez were cîhbicîhkirin.




__2014_08_27_h18m58s42__LB.jpg)