9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Serok Barzanî pêşwazî li Nûrî Malikî kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li şanda Çarçoveya Hemahengiyê ya Iraqê bi serokatiya Nûrî Malikî kir.

Serok Barzanî îro Çarşema 22.12.2021 li Selahedîn pêşwazî li şanda Çarçoveya Hemahengiyê bi serokatiya serokê Dewleta Qanûnê, Nûrî Malikî kir.

Di civînê de encamên hilbijartinên berwext yên Iraqê û rewşa siyasî hat axaftin.

Di hevdîtinê de Serok Barzanî û şanda mêvan ronahî xistin ser pêwîstiya pêdaçûna bi rêveberiya Iraqê her wiha hat gotin ku divê ji ezmûnên borî sûd bê wergirtin û pirensîbên hevbeşî, lihevkirin û hevsengiyê di rêveberina welêt de were hesibandin.

Di beşeke din a hevdîtinê de behsa astengiyên li hember pêşketina Iraqê, xizmetguzarî, gefên terorê, pirsgirêkên jîngeh û kêmavî û daxwaziyên welatiyan hatin axaftin û hat gotin ku divê xebatên lihev nêzîkbûna aliyên siyasî bo dîtina çareyeke baş bo pirsgirêkan û derbaskirina astengiyên li pêşiya pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê berdewam bin.

Nûçeyên têkildar