Berpirsê liqê Yek haydarî rewşa saxlemiya Kemal Akireyî dibe

Dihok-KDP.info/ Piştî hunermend Kemal Sofî Tahir yê navdar bi Kemal Akireyî tûşî nexweşiya fişara xwînê bû duhî 25/2 Ebdulxaliq Babîrî endamê civata serkirdayetiya Partî û berpirsê liqê yek seredana hunermendê bi navhatî li nexweşxanê kir.
Babîrî pesna rol û karê Kemal Akireyî di cîhana hunerî da kir û bi xizmeteka mezin li qelem da û got: (em şanazyê bi kesên weku Kemal dibeyin, ji ber ku şiyayne bi dengê xwe peyama milletê xwe bigehînne dewrûberên xwe û di nava welatê xwe jî de bûne kesanên beriniyas û bi bihane û rêzigirtineka mezin ya li def me hey).
Berpirsê liqê yek ji xwedayê mezin xwast silametê bo bidet û piştevaniya liqê bo her harîkariyekê diyarkir.




__2014_08_27_h18m58s42__LB.jpg)