Serok Barzanî: Divê Pêşmerge taktîkê biguherin û derbasî rewşa êrîşê bibin
_(1)__2021_12_06_h16m40s41__ER.jpg)
Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî derbarê êrîşa şeva borî ya li ser çeperên Pêşmerge yên li Qeresalim a li sînorê navçeya Pirdê de peyamek belav kir û got, pêwîst e Hêzên Pêşmerge amadekariyên zêdetir bikin û taktîkên şer biguherin û ji rewşa berevaniyê ve derbasî rewşa êrîşê bibin.
Peyama Serok Barzanî waha ye:
Mixabin şeva derbasbûyî di encama êrişa terorîstên DAIŞê de ya ser çeperên Pêşmerge yên li Qeresalim a li sînorê navçeya Pirdê hejmarek Pêşmerge şehîd û birîndar bûn. Sersaxiyê li malbatên kesûkarên şehîdên wê êrîşa terorîstî dikim û ez xwe hevbeşê xemên wan dizanim û ji xwedayê mezin daxwaz dikim ruhê şehîdan bi beheşta xwe şad bike û sebir û aramiyê bide merivên wan û hêviya selametiyê bo birîndaran dixwazim.
Herwaha tekez dikim ku pêwîst e tola xwîna şehîdên me ji terorîstan bê standin. Herwiha ji ber zêdebûna tevger û êrîşên terorîstan ên vê dawiyê, pêwîst e Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê amadekariyên zêdetir bikin û taktîkên şer biguherin û ji rewşa berevaniyê ve derbasî êrîşê bibin ji bo cezakirin û jinavbirina terorîstên DAIŞê.
Bi hezaran silav li ruhê paqij ê şehîdên şerê DAIŞê û hemû şehîdên rêya azadiya Kurdistanê.
Mesûd Barzanî
6.12.2021”




