Eşîrên Ereban li deverên Kurdistanî: DAIŞ bûye xetereke mezin û hejmara wan gelekî mezin e

Mûsil-KDP.info- Berdevkê Eşîrên Ereban li Deverên Kurdistanî yên li Dervey Îdareya Herêma Kurdistanê Şêx Mizahim Elhiwêt ragihand, DAIŞ êrişên xwe li ser navçeyên me zêde kiriye û bûye xetereke mezin, lewma pêwîst e Hevpeymaniya Navdewletî jî derbarê wan êrişan tiştekî bike û nehêle ew êriş berdewam bin.
Şêx Mizahim Elhiwêt ji malpera KDP.info re ragihand: “DAIŞ li deverên Kurdistanî ji ber 2 sebeban bihêz bûye, yekem nebûna Pêşmerge li wir û ya din jî ji ber bêhêzî û qelisbûna hêzên Iraqê. Dema pirsgirêkên siyasî li Iraqê çêdibin û hêzên wê bêhêz dibin, pirsgirêkên ewlehî derdikevin û DAIŞ bizêtir dibe. Gerek Hikûmeta Iraqê bilez hevahengiyê ligel Hêzên Pêşmerge bike û êdî nehêlin DAIŞ êrîş bike.”
Elhiwêt wiha got: “Em daxwaz ji Hevpeymaniya Navdewletî dikin ku derbarê wan êrişan tiştekî bikin û nehêlin ew êriş berdewam bin ji ber ku xetereke mezin li ser van navçeyan heye. Hejmara çekarên DAIŞê roj bi roj zêde dibe û niha zêdetirî 5 hezar çekdarên wan li navçeyên Kurdistanî hene. Pêwîst e Neteweyên Yekbûyî zextê li Hikûmeta Iraqê bike ji bo ku ligel Hikûmeta Kurdistanê lihe




